Tewrêz | Rejîma Îranê 5 girtiyên Kurd bi dizî bi dar ve kirin

PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirov Hengawê ragihand ku girtiyê Kurd, Necîb Azerm, bi awayekî veşartî û berî ku pêvajoya wî ya dadwerî bi dawî bibe, hat bidarvekirin.
Li gorî agahiyên Hengawê, Necîb Azermê ku xelkê gundê Kalankanî yê Ûrmiyê ye, beriya ku darizandina wî bigihêje encamê, li Girtîgeha Navendî ya Tewrêzê hatiye bidarvekirin. Bidarvekirina Azerm bi dizî û bêyî ku malbata wî bê agahdarkirin, pêk hatiye. Herweha mafê dîtina dawî jî nehatiye dayîn.
Belgeyên ku ji aliyê Hengawê ve hatine belavkirin, nîşan didin ku di dosyeya Azerm de hê jî xalên gengeşiyê hebûn û di bin lêkolîna dadwerî de bûn. Li gorî tomerên pergala dadweriya Îranê ya bi navê "Sana"yê, biryareke dadgehê derbarê pêvajoya lêkolînê de di 12ê Tîrmeha 2025an de hatibû dayîn û rûniştineke nû ji bo 3yê Mijdara 2025an hatibû destnîşankirin. Lêbelê, Azerm beriya vê rûniştinê hat bidarvekirin.
Di 7ê Îlona 2025an de, Necîb Azerm li gel 4 girtiyên din ên Kurd ên bi navên Hûşeng Henare, Tofîq Ne'metî, Keyvan Memedî û Babek Omerîzade li Girtîgeha Navendî ya Tewrêzê hatin bidarvekirin. Malbatên van girtiyan jî nehatibûn agahdarkirin û ji mafê hevdîtina dawî bêpar mabûn.
Necîb Azerm bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir hatibû girtin. Bidarvekirina wî û girtiyên din beriya temambûna pêvajoya dadwerî û bêyî dabînkirina mafê parastinê, weke binpêkirina prensîbên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan tê dîtin. Rêxistinên mafên mirovan bi berdewamî rewşa mafên mirovan li Îranê, bi taybetî derbarê bikaranîna cezayê bidarvekirinê û darizandinên ne adilane de, rexne dikin.
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.




