Malbata çû zîndanê seredana kurê xwe, di dagerê de wan gulebaran kirin: 3 kuştî û 2 birîndar

Malbata çû zîndanê seredana kurê xwe, di dagerê de wan gulebaran kirin: 3 kuştî û 2 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Îzmîrê li navça Torbalıyê malbata ku çû zîndanê seredana kurê xwe, dema ji zîndanê dageriyan, bi çek êrîşê wan kirin û di encamê de 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Malbat, bi otomobîlê ji zîndanê dihat. Ji sîlihên ku di kuştinê de bikaranîn yek ji wan sîlihan di konteynira gilêşê de dîtin. Kesên êrîşkar nasnama ne diyare û di êrîşê de demançe û tivingên pompeyî bikaranîn.

Êrîşker piştî erebê gulebaran kirin, 5 kesên di nav erebê de bûn birîndar bûn û di nav xwînê de man. Gelek tîmên cendirmeyan û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Dema li ciyê bûyerê kontrol hat kirin, dîtin ku Adnan Ö. û 2 kesên din jiyana xwe ji dest dane. Ayşe Ö.ya hevjîna Adnan Ö. û kurê wan Ahmet Ö. bi birîndariya giran wan birin nexweşxanê.

Bo girtina êrîşkeran hêzên asayîşê ketin nav tevgerê da wan desteser bikin.

Ev nivîs 137 car hatiye xwendin.