Medya Îsraîlî: Îsraîl û Tirkiye li ser Sûriyeyê rêkeftineke nûjen a Sykes-Picotê gotûbêj dikin

PeyamaKurd – Hevdîtinên di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê yên li Azerbaycanê yên derbarê Sûriyeyê de di çapemeniya Îsraîl û Ereban de tên nîqaşkirin.
Li gorî kanala 13ê , Îsraîl di van hevdîtinan de diyar kir ku her guhertinek di bicihbûna leşkerî ya biyanî de li Sûriyeyê, bi taybetî avakirina baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li nêzî Palmîrayê, wê xeta wan a sor derbas bike û rewşa heyî bi awayekî bingehîn biguherîne.
Endamê Kabîneya Îsraîlî Elî Cohen, li gorî nûçeya El Mayedîn ku navenda wê li Libnanê ye, got:
“Em li şerekî bi Tirkiyê re nagerin, lê me eşkere kiriye ku avakirina baregeheke leşkerî ya li Sûriyeyê nayê qebûlkirin.”
Wî got ku şandeya Îsraîlî di hevdîtinên li Azerbaycanê de armanc kir ku digel parastina statukoyê bigihin rêkeftinekê.
Fermandarê berê yê hêzên deryayî Elî Marom jî got,
“Tişta ku em li vir dibînin ew e ku Îsraîl û Tirkiye li ser parçekirina Sûriyeyê li hev kirine. Ev jî peymaneke Sykes-Picot e di navbera me û Tirkiyeyê de.”
Marom got, “Sûriye êdî wê weke dewlet nemîne, wê parçe bibe” û wiha dewam kir:
“Berjewendiyên Tirkan di beşeke vê dewleta parçebûyî de heye. Ew ji Kurdên rojavayê Firatê bi fikar in û dixwazin ku ew derbasî rojhilatê çem bibin. Ev yek gelekî girîng e. Ev tê wateya peymana Sykes-Picot a modern a salên dawî ya di navbera me û Tirkiyeyê de."
Jêderekî Îsraîlî ku di danûstandinên Azerbaycanê de beşdar bû ji Israel News re got:
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.“Hevdîtin gaveke yekem a erênî bû, lê hîn zû ye ku meriv binirxîne ka dê Tirkiye bersivê bide daxwazên Îsraîlê.”





