Netanyahu: Em ê ji bo parastina xwe li hember Tirkiyê dudil nebin!

Netanyahu: Em ê ji bo parastina xwe li hember Tirkiyê dudil nebin!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu peyama "Ew ê ji bo operasyoneke leşkerî ya muhtemel li dijî Tirkiyeyê dudil nebin."

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji ber ku li Sûriyeyê rageşiya bi Tirkiyeyê re zêde dibe daxuyaniyeke nû da.

Netanyahu bal kişand ser operasyoneke leşkerî ya li dijî Tirkiyeyê û wiha got: "Ew ê di parastina xwe de dudil nebin."

Li gorî medyaya Îsraîlê, Netanyahu di civîna ligel wezîrên kabîneyê de got, "Îsraîl bi Tirkiyê re şer nagere, lê eger pêwîst bike ji bo parastina xwe wê dudil nebe."

Piştî rageşiya demdirêj di navbera aliyên Sûriyê de û êrîşên asmanî yên tund ên Îsraîlê, hat ragihandin ku Tirkiye û Îsraîlê ji bo kêmkirina rageşiyê dest bi hevdîtinan kirine.

Hat destnîşankirin ku di vê derbarê de aliyan li Azerbaycanê civînek li dar xistin.

 
Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.