NYT | Pizîşkiyan: Bi Amerîka re danûstandin neyê kirin wê rejîm hilweşe!

PeyamaKurd - Rojnameya New York Times (NYT) a Amerîkayê ba zarê çavkaniyên karbidestên Îranê nûçeyek belav kir ku tê de ragihand, “Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di dema hevdîtina ligel rêberê olî yê bilind ê Îranê Elî Xamineyî de, jê re gotiye, di nav wan hemû krîzan de rêveberiya welat nayê kirin.”
Li gorî çavkaniyên NYTê, Serokomarê Îranê daxwaz ji Xamineyî kiriye, ji bo danûstandinên li gel Washingtonê rê bide û bi taybet jî eger pêwîst bike danûstandin bi awayê rasterast bin.
Herwiha Pizîşkiyan gotiye ku alternatîf û cihgirê danûstandinê, dê bibe hilweşîna rejîmê, ango danûstandin neyên kirin dê rejîm hilweşe.
Rojnameya New York Times bi zimanê berpirsên Îranê û bêyî ku navê wan bîne diyar kir, berpirsên payebilind ên Îranê ji Elî Xamineyî re gotine, bersivdana her êrîşekê dê tevaya herêmê bixe nav metirsiya şerekî berfirehtir.
Herwiha li gorî NYTê, Serokomar Mesûd Pizîşkiyan û herdu serokên desthilatên dadwerî û parlamentoyê, Xamineyê agahdar kirine ku redkirin an jî şikestina danûstandinan li gel Amerîkayê dê bibe sedema êrîşên leşkerî li ser pêgehên nukleerî.
Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.




