Pûtîn: Ez ji dil Cejna Remezanê li we pîroz dikim

Pûtîn: Ez ji dil Cejna Remezanê li we pîroz dikim

PeyamaKurd – Putîn di peyama xwe ya ji bo Îdareya Diyanetê ya Navendî ya Mislimanan a Rûsyayê da, bi helkefta Cejna Remezanê li Misilmanan pîroz kir.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di peyama xwe ya bi minasebeta Cejna Remezanê da bal kişand ser tevkariya Misilmanan a ji bo pêşketina Rûsyayê.

Pûtîn di peyama xwe ya ku li ser malpera Îdareya Dînî ya Navendî ya Mislimanan a Rûsyayê de hat weşandin de diyar kir ku Cejna Remezanê ya ku sembola dawiya meha Remezanê ye, daxwaza merhemet û dilovaniyê ya di nav mirovan de ye.

Pûtîn wiha got: "Ez ji dil Cejna Remezanê li we pîroz dikim. Tevkariya mezin a rêxistinên Misilman a ji bo geşepêdana jiyana civakî û çandî ya welêt, ji bo pêkanîna proje û însiyatîfên xêrxwazî, perwerdeyî, ronakbîrî û welatparêziyê hêjayî rêzdariya herî jidil e."

Pûtîn herwiha got ku "Misilmanên Rûsyayê edet, urf û adetên bav, kal û kalên xwe bi rêz digirin û digihînin nifşên ciwan" û wiha dewam kir, "Ji ber vê yekê li welêt hem di nav civatên olî û hem jî di nav malbatê de Cejna Remezanê bi berfirehî tê pîrozkirin."

Rêberê Rûsyayê di peyama xwe de bi taybetî bal kişand ser alîkariyên bi bandor ên misilmanan bo hêzên taybet û dêrîn, malbat û kesûkarên wan û hêviya silametiyê û serkeftinê di kar û xebata wan de xwest.

 
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.