Rêjeya hejariyê li Iraqê gihîştiye ji sedî 17.5an

Rêjeya hejariyê li Iraqê gihîştiye ji sedî 17.5an

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku rêjeya hejariyê li parêzgehên navendî û başûr ên Iraqê ji sedî 17.5 e.

Li gorî daneyên Wezareta Plankirinê ya Iraqê, rêjeya hejariyê li Hewlêrê ji sedî 7.1, li Silêmaniyê ji sedî 8.1 û li Duhokê ji sedî 15.3 e.

Li gorî daneyan, rêjeya hejariyê li parêzgeha Meysanê gihîştiye ji sedî 43, li parêzgeha Babilê gihîştiye ji sedî 35.7, li parêzgeha Dîwaniyeyê gihîştiye ji sedî 29 û li parêzgeha Besrayê, ku pişta aboriya Iraqê ye, rêjeya hejariyê gihîştiye ji sedî 27.5.

Di demekê de ku rêjeya hejariyê li parêzgeha Enbarê ji sedî 22 e, ev rêje li Iraqê bi navînî ji sedî 17.5 e. Rêjeya bêkariyê li Iraqê ji sedî 16.5 derbas bûye û ji her pênc kesan yek bêkar e.

Herwiha, 2 milyon û 211 hezar kesên ku li jêr xeta hejariyê ne li Iraqê alîkariya civakî werdigirin.

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.