Rûsya û Ukrayna bi rêya Belarûsê têkilî danîn

Rûsya û Ukrayna bi rêya Belarûsê têkilî danîn

PeyamaKurd – Li demeke ku şerê herdu aliyan berdewam dike, Rûsya û Ukrayna bi rêya balyozxaneyên xwe yên li Belarûsê pêwendî danîn.

Hat ragihandin ku di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi rêya balyozxaneyên wan ên li Belarûsê kanalek pêwendiyê hatiye avakirin. Alexey Polishchuk, rêveberê beşa duyem a welatên CIS a Wezareta Derve ya Rûsyayê, di daxuyaniya xwe ya ji medyaya rûsî re de got ku Rûsya û Ukrayna kanalek dîplomatîk bi rêya balyozxaneyên xwe yên li Belarûsê ji bo gotûbêjkirina mijarên konsulî û hiqûqî ava kirine.

Polishchuk da zanîn ku nivîsên di navbera herdu welatan de bi piranî bi rêya balyozxaneyan têne domandin. Polishchuk got: "Em spasiya Minskê dikin ku vê kanala pêwendiyê didomîne."

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.