Rûsya: "Me bi şev li hêmanên pîşesaziya leşkerî ya Ukraynayê xistin"

PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku wan bi şev bi çekên dûr û dirêj û bi balefirên bêmirov (ÎHA) li hêmanên pîşesaziya leşkerî ya Ukraynayê xistin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de derbarê kiryarên artêşa Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê de agahî hatin parvekirin.
Di daxuyaniyê de ev gotin hatin bikaranîn:
"Hêzên Çekdar ên Rûsyayê bi şev ji hewa û behrê, bi çekên dûr û dirêj û bi balefirên bêfirokevan êrîşî baregeha topan a navendî ya Ukraynayê û kargehên hilberîna balafirên bêpîlot ên di pîşesaziya leşkerî de kirin. Hedefa êrîşê hat kirin. Hemû hêmanên destnîşankirî hatin derbkirin."
Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.




