Rûsyayê noqava moşekên nukleerî ya Perm daxist binê deryayê

PeyamaKurd - Rûsya, bi fermana Serokomar Vladimir Putin, noqava nukleerî ya Perm xist binê avê. Ev noqav di Severodvins'ê de hat binavkirin.
Putin di axaftina xwe de got: "Îro me noqava nukleerî ya Perm di kargeha deryayî Sevmash daxist binê avê. Em bi berdewamî hilberîna noqavên modern ên bi moşekan didomînin. Sala bê wê ev noqav tevlî hêza deryavaniyê bibe û dest bi karûbarên şer bike."
Noqava Perm ji cureyê Yasen-M ye û xwedî sîstemên pêşketî yên navîgasyonê, têkiliyê û sonarê ye.
Pûtîn eşkere kir ku ev noqav yekemîn noqava fûzeyên hîpersonîk ên Zircon hildigire ye.
Hilberîna vê noqavê di sala 2016an de dest pê kiribû û niha di çarçoveya stratejiya hêza deryayî de, tê bikaranîn.
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.