Rojava di Civîna NYyê de: Peyman, êrîş û jinûveavakirin hate nîqaşkirin

PeyamaKurd – Di civîna Encumena Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî de, rewşa Rojavayê Kurdistanê bi berfirehî hate gotûbêjkirin.
Jerome Bonnafont, Serokê Encumena Asayişa Navdewletî û Nûnerê Fransayê, peymana di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û HSDyê de wek gaveke erênî nirxand, ku dikare “yekîtiya Sûriyeyê” biparêze û mafên Kurdan misoger bike.
Evangelos Sekeris, Nûnerê Yewnanistanê li Neteweyên Yekbûyî, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser bendava Tişrînê şermezar kir, tekez kir ku ew piştgiriyê didin jinûavakirina Sûriyeyê bi veguheztineke siyasî ya berfireh.
Fikriye Asli Guven, Cîgira Nûnera Daîmî ya Tirkiyeyê li Neteweyên Yekbûyî, daxwaz kir ku “rêxistinên terorîst” bên tunekirin, kampên Rojava Kurdistanê radestî birêveberiya Sûriyeyê bên kirin û got ku ew peymana HSD-Şanê ji nêz ve dişopînin.
Jonathan Miller, Cîgirê Nûnerê Îsraîlê yê Neteweyên Yekbûyî jî ragihand ku wan ji bo ewlehiyê operasyon kirine û ger hewce be dê dîsa bikin.
Qusey El-Dehak, Nûnerê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku êrîşên Îsraîlê jinûavakirinê asteng dikin û bang kir ku ev êrîş bên rawestandin.
Civîn bi du mijarên sereke bi dawî bû: Rawestandina êrîşên Îsraîlê û parastina mafên civakên Sûriyeyê.
Hate ragihandin ku Neteweyên Yekbûyî dê di dawiya mehê de raporekê amade bike.
Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.




