Rubio: Danûstandinên rasterast bi Îranê re roja Şemiyê tên kirin!

Rubio: Danûstandinên rasterast bi Îranê re roja Şemiyê tên kirin!

PeyamaKurd – Rubio Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê got ku gotûbêjên rasterast di navbera "Witkoff" nûnerê taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata Navîn û nûnerê pilebilind ê Îranê wê roja Şemiyê bên kirin û ew hêvîdar in ku ev gotûbêj bibe sedema aştiyê.

Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio hêvî kir ku danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de bibe sedema aştiyê.

Rubio spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir û got, "Roja Şemiyê wê civîneke girîng çêbibe. Di navbera Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Amerîkayê Witkoff û lîderekî payebilind ê Îranê de wê rasterast hevdîtin bên kirin. Em hêvî dikin ku ev yek bibe sedema aştiyê."

 
Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.