Sûriyê bi Koreya Başûr re peymana têkiliyên dîplomatîk îmze kir

Sûriyê bi Koreya Başûr re peymana têkiliyên dîplomatîk îmze kir

PeyamaKurd - Serokê qonaxa veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera û Wezîrê Derve yê Hikûmeta Veguhêz Esed Şeybanî pêşwazî li şandeke Koreya Başûr kir.

Piştî hevdîtina Şera û Şeybanî bi Wezîrê Derve yê Koreya Başûr Tişû Tay Yûl re, di navbera herdu aliyan de ji bo avakirina têkiliyên dîplomatîk peymanek hate îmze kirin.

Serokatiya Sûriyê ragihand, Wezîrê Derve Esed El-Şibanî li Şamê pêşwaziya şandeke pilebilind a Komara Koreya Başûr bi serokatiya Cho Tae-yeol wezîrê derve yê Koreyê kir ku ev pêngaveke yekem e di warê peywendiyên di navbera her du welatan de.

Hate diyarkirin ku lihevkirinek ji bo xebatên dîplomatîk ji bo avakirin û xurtkirina peywendiyên dostane û hevkariyê di navbera her du welatan de bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên du gelên dost bike, hatiye îmze kirin ku li ser vekirina balyozxane û danûstandina nûnertiyên dîplomatîk ên her du welatan lihevkirin çêbûye.

Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.