Tûgayên Qassam: 15 leşkerên Îsraîlê li bakurê Xezzeyê hatine kuştin

Tûgayên Qassam: 15 leşkerên Îsraîlê li bakurê Xezzeyê hatine kuştin

PeyamaKurd – Baskê çekdar ê Hamasê Tugayên Îzzeddîn el-Qassam ragihand ku di pevçûnên li bakurê Şerîda Xezzeyê de 15 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Tûgayên Qassam de hat diyarkirin ku li bakurê Şerîda Xezzeyê pevçûnên dijwar rû didin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di şerê li bajarê Beyt Lahiya ya li bakurê Şerîda Xezzeyê de 15 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin.

Der barê mijarê de ji Îsraîlê tu daxuyanî nehat dayîn.

Artêşa Îsraîlê ku ji 5ê cotmehê vir va bakurê Şerîda Xezeyê di bin êrîş û dorpêçeke tund da digre, bi astengkirina alîkariyên ku derbasî herêmê bibin qetlîamê mezin dike.

Hat ragihandin ku di 2 êrîşên cuda yên serê sibê yên artêşa Îsraîlê li bakurê Şerîda Xezzeyê de 88 kes mirin û zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn.

 
 
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.