Trump: "Em dixwazin bi Çînê re peymanekê çêbikin"

Trump: "Em dixwazin bi Çînê re peymanekê çêbikin"

PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump got, "Em ê bibînin ku bi Çînê re çi dibe, em dixwazin ku bi wan re peymanekê çêbikin."

Trump da zanîn ku hurmeteke mezin a wî ji Serokê Çînê Xi re heye.

Donald Trump di civîna kabîneyê ya li Qesra Spî de rojeva baca di navbera Amerîka û Çînê de nirxand.

Trump îdia kir ku Çîn demeke dirêj e ji ber baca gumrukê ji DYAyê sûd werdigire û wiha got: "Em ê bibînin ku bi Çînê re çi dibe, em hez dikin ku (bi wan re) peymanê bikin."

Trumpê ku bersiv neda pirsa ka gelo ew ê rasterast bi Serokdewletê Çînê Xi Jinping re hevdîtinê bike yan na, wiha got: "Ez rêzdariyeke mezin ji Serok Xi re heye. Ew bi rastî hevalê min ê demdirêj bû. Ez difikirim ku em ê li ser tiştek ku dê ji bo her du welatên me pir baş be bixebitin. Ez li bendê me."

 
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.