Wê Îran piştî lêhûrbûnekê bersiva nameya Trump bide

Wê Îran piştî lêhûrbûnekê bersiva nameya Trump bide

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, Îsmaîl Bekayî,  derbarê nameya ku Donald Trump ji bo Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî re şandibû de axivî.

Bekayî got ku ew naxwazin di çapemeniyê de nameyê biweşînin û naveroka wê ji gotinên Trump yên berê ne cudatir e û da zanîn ku ew ê piştî lêhûrbûnê bi rêyên guncaw bersivê bidin.

Bekayî rexne li siyaseta Amerîkayê girt û got ku peyamên ji Amerîkayê ne li hev in; ew hem bangî diyalogê dikin hem jî dorpêçan li ser Îranê zêde dikin. Amerîkayê gelek caran nîşan daye ku ew ne girêdayî soza xwe ne û guftûgo ji bo wan tenê amrazek e ji bo zextê.

Bekayî herwiha êrîşa Amerîkayê ya li ser Yemenê jî wek "sûcekî eşkere" bi nav kir û got ku Dewletên Yekbûyî di "lîstika Netanyahu" de cih digire.

Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.