Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: Hejmara miriyan gihîşt 356an

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: Hejmara miriyan gihîşt 356an

PeyamaKurd – Bi kêmî ve 330 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn di êrîşa Îsraîlê de li ser Şerîda Xezzeyê ku di meha Çile de piştî bidawîbûna qonaxa yekem a agirbesta 42 rojî dest pê kiribû.

Di daxuyaniyekê de ji aliyê çavkaniyên Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ve ji K24ê re hat ragihandin ku di bombebarana şeva borî de ji aliyê Îsraîlê ve 356 kes hatine kuştin.

Rayedarên Xezzeyê ragihandin ku di êrîşên hewayî yên li ser Refahê de 16 endamên heman malbatê hatine kuştin.

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku 86 kesên canê xwe ji dest dane û 134 kes jî birîndar bûne rakirin nexweşxaneyan.

Li gorî agahiyên ku ajansa nûçeyan a AFPê ragihand, çavkaniyên Hamasê ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê de generalê berpirsê Wezareta Karên Hundir a Xezzeyê hatiye kuştin.

Di vê navberê de, rayedarê Hamasê Îzzat Rişk ji AFPê re got: "Biryara Netanyahu ya ji nû ve destpêkirina şer, biryara qurbankirina rehîneyan û dayîna cezayê darvekirinê ye."

Rişk tekez kir ku serokwezîrê Israîlî Benjamin Netanyahu nakokiyan wekî "livînek" siyasî bikar tîne da ku xwe ji krîzên navxweyî dûr bixe.

Du jêderên ku navê wan nehatine eşkerekirin ragihandin ku, generalê berpirsê hêzên ewlekarî li Xezzeyê Mehmûd Ebû Watfa şeva buhurî di encama êrîşeke Îsraîlê de bo ser Xezzeyê hatiye kuştin.

Îsraîl bi şev li bakurê Şerîda Xezzeyê, li Dêr Belax, Xan Yûnis û başûrê Refahê êrîşek mezin kir.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku bi dehan hedef bombebaran kirine û heta ku hewce bike wê êrîşên xwe bidomînin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di nivîseke xwe ya li ser hesabê Xê de got: "Li gorî talîmata asta siyasî, artêşa Îsraîlê û (ajansa îstixbarata navxweyî ya Îsraîlê) Şîn Bet êrîşeke berfireh li ser hedefên Hamasê yên li seranserê Şerîda Xezzeyê pêk anîn."

 
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.