YE: “Em amade ne bi hikûmeta nû ya Sûriyê re hevkariyê bikin”

YE: “Em amade ne bi hikûmeta nû ya Sûriyê re hevkariyê bikin”

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku ew pêşwazî li avakirina hikûmeta nû ya Sûriyê dikin û ji bo hevkariyê amade ne. Herwiha destnîşan kir ku divê hikûmet li ser sozên xwe tevbigere û ew ê pêvajoyê ji nêz ve bişopîne.

YE di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku ew piştgirî didin hikûmeta nû ya li Şamê hatiye avakirin û wiha got, "Em bi germî pêşwazî li avakirina hikûmeteke nû di çarçoveya pêvajoya veguhêz a Sûriyê de dikin. YE amade ye ku bi vê hikûmetê re bixebite û ji bo derbaskirina kêşeyên mezin ên li pêşberî welat, piştgiriyê bide wê."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê daxwazên gelê Sûriyeyê bên berçavgirtin û hat bibîrxistin ku girîngiya vê mijarê di 9. Konferansa Sûriyeyê ya li Brukselê hat lidarxistin de hat destnîşankirin û hat gotin, "YE wê li kêleka gelê Sûriyeyê be û ji bo ku hikûmeta nû pabendî pêvajoyeke aştiyane û berfireh bibe, wê hewl bide."

YE tekez kir ku ew berdewam e li ser piştgirîkirina veguheztina siyasî ya bi serpereştiya Sûriyê li Sûriyê û got ku "divê ev pêvajo hemû beşên civaka Sûriyê li xwe bigire."

Herwiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê hemû aliyên derve rêzê li yekîtî û yekparçeyiya axa Sûriyê bigirin.

Roja Şemiyê 29ê Adarê, Serokê Demkî yê Sûriyê Ehmed Şera kabîneya xwe ya nû ragihand, ku tê de 23 wezaretên bê serokwezîr pêk tên.

Ev pêşveçûn piştî sê mehan ji rûxandina rejîma Beşar Esed hat.

Lê piştî ku hikûmeta nû hat ragihandin, rêveberiyên herêmî yên ji aliyê mûxalefetê ve tên birêvebirin, ragihandin ku ew ê biryarên hatine girtin bi cih neynin û diyar kirin ku hikûmet pir dişibe rêveberiyên berê.

Serokê Encûmenên Xwecihî yên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Neşet Zaza di daxuyaniyekê de got, "Em nabin beşek ji hikûmeteke ku bi fermî mafên gelê me nas nake."

 
Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.