YEyê 7 welatên din ji bo vegera koçberan weke welatên “ewle” ragihand

YEyê 7 welatên din ji bo vegera koçberan weke welatên “ewle” ragihand

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê Kosova, Kolombiya, Fas, Tûnis, Misir, Bangladeş û Hindistanê xiste lîsteya "welatê ewle". Bi biryarê re wê serlêdanên penaberên ji van welatan bên lezkirin û prosedurên vegerê wê hêsan bibin.

Yekîtiya Ewropayê (YE) bi biryara roja Çarşemê 16ê Nîsanê 7 welatên din ji bo vegera koçberan weke welatên “ewle” ragihand.

Rayedarên YEyê ragihandin ku serlêdanên penaberiyê yên ji van welatan tên wê êdî bi leztir bên kirin û pêvajoya vegerê wê hêsan bibe.

Welatên ku ketin lîsteya welatên ewledar Kosova, Kolombiya, Fas, Tûnis, Misir, Bangladeş û Hindistan bûn. Ev pêşketin tê wê wateyê ku pêvajoya serlêdana penaberiyê wê gelek biguhere. Ji ber ku serlêdanên van welatan niha tê çaverêkirin ku bi rêjeyek kêmtir bêne qebûlkirin.

Komîserê Koçberiyê yê Yekîtiya Ewropayê Magnus Brunner derbarê biryarê de wiha got: "Gelek welatên endam di serlêdanên penaberiyê de bi barekî giran re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê gavên ku wê pêvajoyên serlêdanê lez bikin xwedî girîngiyek mezin in."

Brunner diyar kir ku biryar di heman demê de garantiya wê yekê dide ku her serlêdanek ferdî were nirxandin.

Ev biryar piştî wê yekê hat ku hin welatên Yekîtiya Ewropî bi taybetî Polonya daxwaz kirin ku di sala 2024an de siyasetên koçberiyê ji nû ve bên teşekirin û proseya dersînorkirinê bê hêsankirin. Zexta li dijî koçberiyê ya partiyên rastgir û rastgir ên tundrew wekî yek ji faktorên bilezkirina vê pêvajoyê derdikeve pêş.

Rayedarên Yekîtiya Ewropayê diyar kirin ku îlankirina welatên mijara gotinê weke "ewle" li gorî raporên Yekîneya Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê, çavdêriyên personelên Yekîtiya Ewropayê yên li herêmê, nirxandinên saziyên civaka sivîl û çavkaniyên çapemeniyê pêk hatiye. Rayedaran her wiha tekez kirin ku ev lîste ne sabît e û wê bi rêkûpêk were nûve kirin.

Li aliyê din hikûmeta Yewnanîstanê dixwaze Tirkiyeyê jî weke “welatê sêyemîn yê ewledar” têxe nava lîsteyê. Qanûna ku berê di vî warî de hatibû derxistin ji aliyê Dîwana Edaletê ya Ewropayê ve hat betalkirin. Rêveberiya Atînayê niha xwe amade dike ku vê biryarê dîsa bîne rojevê.

Ji aliyê din ve, Yûnanîstanê hewl da qanûnekê derxîne ku cîranê xwe Tirkiye weke “welatê sêyemîn yê ewle” bi nav bike, lê ev qanûn ji aliyê dadgehê ve hat betalkirin. Hikûmeta Atînayê niha armanc dike ku vê qanûnê ji nû ve bîne cih.

 
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.