Zelenskiy: “Bi sedan hemwelatiyên Çînê di artêşa Rûsyayê de dest bi şer kirin”

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Zelenskiy di civîna NATOyê de axifî û got ku bi sedan hemwelatiyên Çînê di artêşa Rûsyayê de li hemberê Ûkraynayê dest bi şer kirine û pêdiviya Ûkraynayê bi sîstema bergiriya hewayî ya pêşkeftî heye.
Serokê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy, li Brukselê di baregeha NATO de, di civîna 27em ya Ramsteinê de, di rêya video konferansê de axifî.
Zelenskiy got ku Rûsya di 4ê Nîsanê de bi fuzeyên balistik êrîşê bajarê Kriviy Rigê kirine û peyama agahiyê şandiye konferansê. Ji ber wê, Rûsya hêjî bi fuzeyên balistik êrîşan dike, pêdiviya Ûkraynayê bi sîstema bergiriyê ya pêşkeftî heye. Zelenskiy got:
“Bi taybetî pêdivî bi sîstema hewayî ya Patriotan heye û pêdiviya me 10 Patriotan heye. Dinya azad xwediyê van sîsteman e. Em dizanin ku bi sedan hemwelatiyên Çînê wekî perçeyekî artêşa Rûsyayê şer dikin. Ev tê vateya ku Rûsya aşkera dixwaze şer dewam bike. Digel jiyana Çîniyan jî.”
Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.




