Artêşa Sûriyê ji Şehbayê vekişiya

Artêşa Sûriyê ji Şehbayê vekişiya

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên hikûmeta Sûriyê ji herêma Şehba ya li bakurê Helebê vekişiyane.

Komên çekdar ên bi pêşengiya Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) li Sûriyê ku ji aliyê El-Qaîde ve tên piştgirîkirin, ji çarşema borî ve êrîşeke mezin li dijî artêşa Sûriyê li Helebê û derdora wê pêk tînin.

Di van pevçûnan de ku 4 roj in didomin komên çekdar ber bi taxên hundir ên Helebê ve bi pêş ketine. HTŞ û hevalbendên wê piştî ku 108 gund bi dest xistine, xwe nêzî herêmên Kurdan ên li Helebê kirine.

Çalakvanekî ji Şehbayê ji Rûdawê re got, “Roja şemiyê danê sibê artêşa Sûriyê ji Şehbayê ber bi rojhilatê Helebê ve dest bi vekişînê kir.”

Herêma Şehbayê ku li bakurê Helebê ye, herêmek e ku hejmareke zêde ya kurdan lê dijîn û rêveberiya wê ya xweser heye.

Çalakvanekî kurd got ku niha tenê grûpên çekdar ên girêdayî hikûmeta herêmê li herêmê ne

Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.