Balafiran bajarokekî Helebê yê Kurdan bombebaran kir: Çarenivîsa 4 zarokan ne diyar e

Balafiran bajarokekî Helebê yê Kurdan bombebaran kir: Çarenivîsa 4 zarokan ne diyar e

PeyamaKurd – Balafirên şer ên artêşa Sûriyê bajarokekî Helebê yê Kurdan bombebaran kirin. 4 zarokên di encama bomberdûmanê de birîndar bûne, aqûbeta wan nayê zanîn.

Li gorî zanyariyan, doh êvarê bajarokê Til Eranê yê Helebê ku Kurd lê dijîn, hat bombebarankirin.

Hat ragihandin ku di vê bomberdûmanê de 4 zarok birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyê.

Hat eşkerekirin ku çarenûsa 4 zarokan nediyar e.

Til Eran ku 1 km dûrî Balafirgeha Navdewletî ya Helebê ye, bajarokek e ku xelkê wê bi tevahî ji Kurdan pêk tê. Tê texmînkirin ku beriya êrîşan 60 hezar Kurd li bajêr dijiyan.

Bajarokê Til Eranê berê di bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de bû. Lê di encama êrîşa komên HTŞ û SMO de ket destê van koman.

Hat zanîn ku piraniya xelkê bajêr piştî êrîşa komên çekdar koçber bûne.

 
Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.