Banga Tehrîr El Şamê ji HSDê re: Hûn dikarin bi çekên xwe ji Helebê derkevin
PeyamaKurd – Yekîneya Operasyonên Leşkerî ya Heyet Tehrîr El-Şam ku kontrola gelek herêmên Helebê di destê wê de ye, bang li HSDê kir ku bi çekên xwe ji Helebê vekişe. Di daxuyaniyê de herwiha hate destnîşankirin ku Kurd parçeyek ji Sûriyeyê ne.
Di bangewaziya ku Yekîneya Operasyonên Leşkerî yên di nava komên çekdar ên bi pêşengiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) de ku di lîsteya "rêxistinên terorîst" ên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de cih digire, ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re kir hate diyarkirin ku hêzên HSDê dikarin bi çekên xwe ji Helebê derkevin.
Di daxuyaniya Yekîneya Operasyonên Leşkerî de ev agahî hatin dayîn:
“Em şerê hêzên hov ên rejîma Esed dikin û milîsên Îranê ji bajar û gundên me derdixin, em ewlekariya xelkê xwe û vegera wan aştiyane misoger dikin. Di vê çarçoveyê de em firsendekê pêşkêşî we dikin ku hûn bi çekên xwe bi ewle ji bajarê Helebê derkevin û derbasî Bakurê Rojhilatê Sûriyê bibin.
Li hember de jî em tekez dikin ku Kurdên Sûriyê beşeke bingehîn a civaka Sûriyê ne û xwedî mafên wekhev ligel hemû gelên din ên vî welatî ne.
Em ji birayên xwe yên Kurd ên li Şêxmeqsûd û herêmên din ên Helebê dijîn re radigihînin ku hûn malbata me ne, mafên we mafên me ne û erkên me hevpar in. Berpirsiyariya me ye ku em we biparêzin û jiyaneke bi rûmet pêk bînin.”