DEM û heyeta navneteweyî wê îro ji bo 'Ocalan' serlêdanê bikin
PeyamaKurd – Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Îmraliyê de ye, wê îro bi şandeke navneteweyî re serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê bide.
Hevserokên Giştî yên DEMê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari hefteya borî ji bo bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dabûn. Lê heta niha tu bersiv ji serlêdanên wan re nehatiye dayîn.
Lê heyeteke navneteweyî ya ku siyasetmedar, sendîkavan û rojnameger jî di nav de ne, ji bo serlêdana bi vî rengî bikin wê serî li Wezareta Dadê bidin.
Li gorî daxuyaniya Partiya DEMê şande wê îro saet 10.30an serlêdanên xwe bike û piştre li ber avahiya Wezaretê daxuyaniyeke çapemeniyê were dayîn.