Di 2 hefteyan de bi qasî 100 barhilgirên Hevpeymaniyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku 3 karwanên din ên leşkerî yên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî gihîştin Rojavayê Kurdistanê ku di nav 15 rojên dawî de hejmara barhilgirên derbas bûne gihîştiye nêzî 100î.
Hêzên Hevpeymaniyê herî dawî 3 karwanên leşkerî ji Herêma Kurdistanê şandin Baregeha Qesrikê ya li bakurê bajarê Hisiçê ya Rojavayê Kurdistanê.
Çavkaniyên xwecihî dane xuyakirin ku karwanê yekem roja yekşemê derbas bûye û ji 37 barhilgiran pêk dihat û tê de kelûpelên leşkerî wekî çek û topan hebûn.
Karwana duyem ku 15 barhilgirên wesayîtên Amerîkayê hilgirtibûn jî gihîştin Baregeha Qesrikê.
Ka karwana sêyem jî 6ê Tebaxê ku 20 barhilgirên blokên çîmentoyê û tankerên sotemeniyê hilgirtibûn gihîşt baregehê.
Herwiha li gorî ragihandina SOHRê 24ê Tîrmeha borî jî karwaneke hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê ya ji 37 barhilgiran pêk dihat, ji ser Deriyê Sînorî yê El-Welîd-Tel Koçer derbasî nav axa Sûriyeyê bûye û paşê derbasî Baregeha Qesrikê bûye.
Ev nivîs 136 car hatiye xwendin.




