Di pîsta balafirgeha Diyarbekir de terk çêbûn û sefer rawestiyan

Di pîsta balafirgeha Diyarbekir de terk çêbûn û sefer rawestiyan

PeyamaKurd – Rêvebiriya balafirgeha Diyarbekirê bi sedema di pîsta fira balafiran de terk çêbûn, temamên seferan da rawestandin. Rêwiyan şandin balafirgehên bajarên cîran da ji wan balafirgehan herin. Sedema ku terk li pîstê ketin çiye, nehat zanîn.

Balafirên ku wê îşev herin balafirgeha Diyarbekirê, wê xwe li balafirgehên bajarên cîran xwe deynin. Kesên ku wê ji Diyarbekirê herin bajarên din, wê ji Diyarbekir di rêya bejayiyê de bişînin balafirgehên din.

Tîmên tamîrê yên bo pîstê xebata xwe dewam dikin. Dema tamîra pîstê biqede, wê sefer ji Diyarbekir dewam bikin.

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.