Heleb | Hêzên Kurd 3 kesên xwestin bikevin taxa Kurdan desteser kirin

Heleb | Hêzên Kurd 3 kesên xwestin bikevin taxa Kurdan desteser kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Hêzên Parastina Cewherî yên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku Kurd tê de dimînin, 3 milîsên çekdarên HTŞê yên hewl dan bikevin taxê desteser kir.

Hatiye diyarkirin ku li hember êrîşên muhtemel ên HTŞ (El Nûsra ya berê) yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hêzên Kurd tedbîr standine.

Li gorî çavkaniyên medya Rêveberiya Xweser, 3 çekdar dema dixwestin derbasî taxa Şêxmeqsûd bibin ji aliyê Hêzên Parastina Cewherî ve hatin girtin.

Hate gotin ku di dema girtinê de gelek, belge û pereyên Tirkiyê li ser wan derketiye.

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.