Hewlêrê bertek nîşanî Bexdayê da

Hewlêrê bertek nîşanî Bexdayê da

PeyamaKurd – Wezareta Şehîd û Qurbaniyên Enfalê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku hestiyên 154 qurbaniyên Enfalê, di sala 2025an de ji çola Tel Şêxa li Iraqê hatine derxistin û bêyî hemahengiya bi rayedarên Kurdistanê re, ji Saziya Tiba Edlî ya Bexdayê re şandin. 

Aram Nûrî, rêveberê Beşa Gorên Komî, rexne kir ku ev dosya bêyî agahdariya wan hatiye birêvebirin. Nimûneyên DNA ji xizmên qurbaniyan hatine girtin, lê encam hîn ne diyar in. 

Heta niha, 2,441 termên qurbaniyên Enfalê hatine vegerandin. Jenosîda Enfalê (1988-1989) bi fermana Sedam Husên 182,000 Kurd qir kir, 4,500 gund û gelek avahî wêran kir.

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.