HSDyê 7 gundên Dêrezorê kontrol kir
PeyamaKurd – Di dema êrîşên komên bi ser HTŞyê de li bakur-rojavayê Sûriyê, HSDyê li bakur-rojhilatê Sûriyê dest bi operasyonekê kir.
Hat ragihandin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de li dijî herêmên di bin kontrola Artêşa Sûriyeyê û milîsên ku Îran piştgiriya wan dike, operasyonek li dar xist û 7 gundên li rojhilatê çemê Feratê kontrol kirin.
Operasyon bi piştgirîya koalîsyona bi pêşengîya Amerîkayê hat destpêkirin ku tê ragihandin ku ji bo alîkarîkirina pêşveçûna HSDyê dest bi êrîşên asmanî kirine.
Di daxuyaniya HSDyê de hate gotin ku li hember gefên çeteyên DAIŞê hêzên wan kontrola ewlekariya gundên El-Salihiyê, Tabiye, Hetla, Xişam, Merrat, Mezlûm û Huseynê bi dest xistine.
Ajansa SANAyê ya dewleta Sûriyê ragihand ku artêşa Sûriyê êrişeke HSDê li gundên herêma Cezîrê li gundewarê bakurê Dêrezorê têk biriye.
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.