Ji ber qetlîamên mihtemel, Meclisa Gel a Efrîn-Şehbayê biryara valakirinê da

Ji ber qetlîamên mihtemel, Meclisa Gel a  Efrîn-Şehbayê biryara valakirinê da

PeyamaKurd – Meclisa Gel a Efrîn-Şehbayê ragihand ku “Ji bo ku welatiyên xwe ji komkujiyan biparêzin, biryar dan ku welatiyên xwe yên li herêma di bin kontrola komên paramîlîter ên ku dewleta tirk a dagirker piştgiriyê dide wan, vala bikin.”

 Der barê mijarê de Meclisa Gel a Efrînê-Şehbayê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên paramîlîter li dijî Til Rifet û Şehba êrîşên dagirkeriyê yên dijwar pêk anîn û Hêzên Rizgariya Efrînê ji bo parastina gel li hemberî van êrîşan berxwedaneke mezin nîşan da.

“Me dest ji têkoşîna rizgarkirina Efrînê berneda”

 

Di daxuyaniyê de têkildarî mijarê ev agahî hatin dayîn: “Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşên dagirkeriyê yên dijwar li dijî herêmên Til Rifet û Şehba pêk anîn. Di van êrîşan de Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ji bo parastina gelê me berxwedaneke bêeman nîşan da. Ji bo gelê me yê bêguneh neyê qetilkirin, me biryar da ku em ji herêmên di bin dorpêça dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ne derkevin. Lê em tekez dikin ku derketina ji Şehba nayê wê wateyê ku me dev ji têkoşîna rizgarkirina Efrînê berdaye. Di van salên dawî de li kampan hemû zehmetiyên ku em rastî wan hatin, em ê ji niha û pê ve jî têkoşîna me bi hêztir bidome. Em ê bi hemû hêza xwe xaka xwe ji dagirkeran rizgar bikin. Em spasiya Hêzên Rizgariya Efrînê dikin ku heta dawiyê em parastin û ji bo em jiyaneke bi ewle û bi rûmet bijîn, qurbanî dan.”

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.