Ji bo asayîşa sînorê Mêrdînê 7 drone û alavekî mobîl dan parêzgehê

Ji bo asayîşa sînorê Mêrdînê 7 drone û alavekî mobîl dan parêzgehê

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê ji bo zêdekirina ewlehiya sînor merasimekî hat lidarxistin û di merasimê de 7 drone û alavekî mobîl ya xizmetê teslîmê hêzên asayîşê kirin. Parêzger Tuncay Akkoyun got ku van sîstemên teknolojik wê xizmetê ji bo ewlehiya herêmê bike.

Parêzer Tuncay Akkoyun di civîna ku li Rêvebiriya Koçê kir de ragihand ku bajarê Mêrdînê xwediyê cihekî girînge ji ber li ser xetta sînorê Sûriyê ye.

Di belavkirina drone û alavan de parêzgerê Mêrdînê got:

“2 ji dronan ji bo fermadnadiya bajêr ya cendirmeyan û 5 heb ji wan ji bo tugaya Mekanîze ya 70em e û em ê îro teslîm bikin. Sîstema teknolojiyê ya xistina xizmeta sînor wê ewlehiya me derxe asta jor û hemleyekî girîngê stratejik e.

Hem em ê îro alavekî mobîl ya koçê teslîmê Rêvebiriya Koçberan ya Mêrdînê bikin. Ev alav wê bike ku di xizmetê de ji bo şiyanên li hemberê koçberan bilez be û wê nasnama wan zû bê çêkirin û di sehayên din de wê hêsankariyê bixe xizmetê…Wê karibin bi alavê li ser sînor xizmetên seyyar bikin….

Alava mobîlê di têkoşîna bi koçê re dikare bilez tevbigere, li ciyê bûyerê tesbîtan bike, nasnamên wan zû tesbît bike, li ciyê bûyerê wê xizmetê bide koçberan û di qebûla wan ya ewilî de ji bo tesbîta statuya wan wê pêvajoyekî zelal û bi rêk û pêk karibe bike.”

Ev nivîs 117 car hatiye xwendin.