Ji bo rojên serjimêriyê hişyarî: Du rojan çûnûhatina Îranê qedexe ye
PeyamaKurd – Hişyarî hate dayîn ku di rojên serjimêriya giştî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê de ku 20-21ê Mijdarê birêve diçe, bi rêy deriyên sînorî çûnûhatina Îranê qedexe ye.
Birêveberiya Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeranê îro 19ê Mijdarê agahdariyek ji bo bazirgan, kompanî, geştiyar û welatiyan li ser her du rojên qedexeya çûnûhatinê ya di rojên serhejmêriya giştî de li Iraq û Herêma Kurdistanê parve kir.
Çar xalên di agahdariyê de hatine destnîşankirin wiha ne.
1. Ji bo livîna bazirganî û hawirdekirin û hinardekirina kelûpelan, derî dê berdewam û asayî be û nayê daxistin.
2. Ji bo çûna welatiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê û biyaniyan ji Herêma Kurdistanê bo Îranê, derî dê bê daxistin û rê nayê dan.
3. Ji bo vegeriyana welatiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê ji Îranê bo Herêma Kurdistanê, derî dê vekirî be û dikarin vegerin.
4. Ji bo hatina welatiyên Îranî û yên biyanî ji Îranê bo Herêma Kurdistanê, derî dê bê daxistin û rê pê nayê dan.
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.