Li Sûriyê nexşe diguhere: Çekdar li Hemayê, HSD li Dêrazorê pêş ve diçe
PeyamaKurd – Piştî pêngava Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) û komên çekdarên opozîsyonê yên bi ser Tirkiyeyê ve, li Helebê, navçeyên Şehba û Til Rifatê rewşeke aloz a mirovî derketiye holê ku bi sed hezaran koçberên Efrînê li wan herêman diman.
Li gorî zanyariyên ji herêmê bi destê PeyamaKurd ketine, gelê Efrînê ku neçar mane cara douyemîn ji cih û warên xwe derkevin niha jî ber bi çolên Sûriyê ve têne derxistin ku li aliyê din şerê dabeşkirinê û guhertina nexşeya Sûriyê berdewam dike.
40 hezar koçber derbasî Tebqayê bûn
Hin çavkanî radigihînin ku dema revîna koçberên ji Heleb û deverên ketine kontrola çekdaran, jin û zarok jî di nav de rastî êrîşên çekdaran hatine û hin hatine kuştin. Li gorî heman çavkaniyan, zêdetirî çil hezar koçber di wê karwanê de bûn ku koçberî bajarê Tebqa ya jêr kontrola HSDê bûne.
Li aliyê din bazara li ser bicihkirina koçberan di navbera HSD û komên çekdar de dewam dike û heta tê gotin ku hinek komên li Efrînê ragihandine ku ew ê pêşwaziya wan kesên ku dixwazin vegerin bikin. Li demeke ku serkirdeyên HSDê ji taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê derketine gotûbêjên di navbera wan û Ehrar El-Şam û grûpên girêdayî Tirkiyê jî dewam dikin.
Çekdar li Hemayê, HSD jî li Dêrazorê bipêş ve diçe
Herwiha hatiye ragihandin ku HSDê îro 3yê Kanûnê hejmarek gundên Dêrezorê yên berê di bin kontrola rejîma Sûriyê de bûn kontrol kirine û ev jî tê wateya nexşeyeke nû li Sûriyê ku bandor û dabeşkirina rolan di navbera wan de heye.
Nûçeyên ku çekdarên Ehrar El-Şam û komên din ber bi bajarê Hemayê ve pêşve diçin, têne belavkirin. Li gorî wan raporan, tenê 7 kîlometre maye derbasî bajêr bibin. Çavkaniyên herêmê diyar dikin, ji 27ê Mijdarê ango ji destpêkirina şerê Helebê ve heta niha bi qasî 650 çekdar hatine kuştin.
Li aliyê din HSDê jî ragihand ku wan 7 gund kontrol kirine ku metirsiya DAIŞê li ser wan heye û berpirsiyariya parastina wan gundan li xwe girtine.
Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.