Ji Wezareta Alman ji bo Riha, Şirnex, Mêrdîn û Colemêrgê hişyarîya LGBTQ+

Ji Wezareta Alman ji bo Riha, Şirnex, Mêrdîn û Colemêrgê hişyarîya LGBTQ+

PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Almanyayê hişyariyên xwe yên ji bo geştên Tirkiyeyê nûjen kir û hişyarî kesên ji regeza LGBTQ+ ên hevzayendî.

Wezaretê ragihand ku Tirkiye bi giştî cihekî ewle ye ji bo geştiyariyê, lê hin rewş dikarin geştan zehmet bikin û bûyerên tundiyê yên li hemberî kesên LGBTQ+ ku hem ji aliyê rayedarên fermî hem jî ji aliyê sivîlan ve rastî tundiyê tên hate bibîrxistin.

Wezaretê destnîşan kir ku tevî ku pêwendiyên hevzayendî ne sûc in, çalakiyên mîna Meşa Rûmetê di salên dawî de hatine qedexekirin û binçavkirin çêbûne.

Di daxuyaniyê de ji bilî hişyariya ji bo kesên LGBTQ+, bang li welatiyên Alman hat kirin ku heke neçar nebin, neçin bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Riha, Mêrdîn, Şirnex û Colemêrgê.

Herwiha hat gotin ku di mehên dawî de li bajarên mezin xwepêşandan zêde bûne û di van çalakiyan de hêzên ewlehiyê destwerdanên tund kirine û ji welatiyên Alman hate xwestin, dûrî cihên qerebalix û xwepêşandanan bisekinin.

Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.