Komeke çekdar ji bo berdana 3 ciwanên ji Kobanê 30 dolar fîdye dixwaze
PeyamaKurd – Li gorî agahiyên ji malbata wan, komeke çekdar a girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê (Firqeya El-Hemzat), ji bo berdana sê xwişk û birayên ku ji Kobaniyê hatine revandin, bi giştî 30 hezar dolar fîdye xwestiye.
Çavdêriya ji bo Mafê Mirov a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku her sê ciwan li nuqteyeke kontrolê ya demkî, dema ku diçûn Helebê da ku zilamekî berê hatibû girtin wergirin, hatine rawestandin. Ji wê gavê ve têkiliya malbatê bi wan re qut bûye.
Hate diyarkirin ku oiştî revandinê, koma çekdar bi malbatê re têkilî daniye û ji bo berdana her yekî 30 hezar dolar xwestiye.
Ev bûyer di demekê de tê ku raporên li ser binpêkirinên li dijî ciwanên Kurd ji aliyê komên wekî El-Hemzat û El-Emşad ve, zêde bûne. Her du kom jî di bin sîwana Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de dixebitin.
Di 17ê Cotmehê de, leşkerên di wesayîteke hikûmetê de li taxa Şêx Meqsûd a Helebê, du xortên din girtibûn.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.