Li Amedê 65 kesên ku cezaye wan yê zîndanê hebûn hatin girtin

Li Amedê 65 kesên ku cezaye wan yê zîndanê hebûn hatin girtin

PeyamaKurd – Tîmên cendirmeyan yên bi ser alaya cendirmeyan ya Amedê (Diyarbekir) di operasyonan de 65 kesên ku cezayên wan yên zîndanê hebûn desteser kirin. Operasyon di çarçoveya ‘sûcên asayîşê û yên din’ de hat kirin.

Tîmên lêkolîna sûcan yên cendirmeyan (JASAT) koordînasyonê bi temamê fermandariyên navçan yên leşkerî re kirin û di 15-21ê Êlûnê de dest bi operasyonan kirin. Di nava sûcdaran de; kujerên mirovan, bazirganiya maddeyên hişbir, cebir, tehdîd, çekên bê ruxset hene.

Cezayên 65 kesan, di navbera 10 sal û 20 salan de ne. 11 kes cezayên wan di navbera 10-20 salan de ye,10 kes cezayên wan di navbera 5 sal û 10 salan de ye, 26 kes cezayên wan di navbera 2-5 salan de ye û 18 kes cezayên wan 2 sal û ji 2 salan kêmtir e.

Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.