Li Bedlîsê 39 koçberên efxan hatin girtin
PeyamaKurd – Di operasyona ku leşkerên tirk bi drona termal li bejahiya navçeya Tetwan û Norşînê yên Bedlîsê kirin, 39 koçberên qaçax ên efxan ku hat tespîtkirin bi qaçaxî sînor derbas kirine, hatin binçavkirin.
Ekîbên leşkerên tirk li Bedlîsê dema ku hat tespîtkirin ku di kontrolê da koçberên qaçax di erdê beyar re derbas dibûn, li herêmê operasyonek li dar xist ku tê de drona termal jî ji bo qaçaxçiya koçberan hatiye bikaranîn.
Hat ragihandin ku piştî kontrolên tenduristiyê, koçber ji bo dersînorkirinê radestî Midîriyeta Rêveberiya Koçê ya Bedlîsê hatine kirin.
Gumanbarê organîzator ê ku bi îdiaya “qaçaxçitiya koçberan” hat binçavkirin, piştî dadgehkirinê hat girtin.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.