Li Çewlîgê 8 gumanbar hatin girtin
PeyamaKurd – Ekîbên cendirmeyên Tirkiyeyê, li navenda bajarê Çewlîgê 8 gumanbar girtin ku ji ber sûcên curbecur lêgerîna wan hebû.
Hate ragihandin ku derbarê gumanbaran de pêvajoya “hiqûqî” hatiye destpêkirin.
Her weha hate diyarkirin ku di operasyonên lêgerîna de li kargeha gumanbarekî gelek madeyên hişbir û çekek jî hatiye zeftkirin.
Hêjayî gotinê ye ku nasnameya van gumanbaran nehate zanîn.
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.