Li Erzinganê di qezayekê de 3 kesan can da û 6 kes jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Li gorî agahiyên destpêkê, di qezaya trafîkê ya li bihêrka Kızıldagê ya navçeya Gercan (Refahiye) ya Erzinganê de 3 kes mirin û 6 kes birîndar bûn, ku 1 ji wan giran e.
Li ser rêya Erzingan-Sêwasê, li bihêrka Kizilayê otomobîlên bi plakaya 34 RP 3463 û 19 BD 617 ku nasnameya şofêrên wan nehat diyarkirin, li hev qelibîn.
Piştî ku xelkê derdorê rewş ji Navenda Banga Lezgîn (Acil) a 112yê re ragihandin, tîmên cenderme, polîs û tenduristiyê sewqî cihê qezayê hatin kirin.
Li gorî agahiyên destpêkê, di qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku rê ji bo trafîka yekalî hatiye girtin.
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




