Li gundê Narîn Guran cebilxaneyên leşkerî hatin dîtin

Li gundê Narîn Guran cebilxaneyên leşkerî hatin dîtin

PeyamaKurd – Wêneyên 400 çekên AK-47 keleşnîkofan û gelek cebilxaneyên ku di lêpirsîna Narîn Guran de îdîayên têkildarî depoya çekan a malbata Guran piştrast dikin, derketin holê.

Têkildarî qetilkirina Narîn Guran a 8 salî ku 21êê tebaxê li navçeya Nahlat a Diyarbekirê winda bû û cenazeyê wê 8ê îlonê hate dîtin, têkîliyên malbata Guran a bi dewletê re hatibû nîqaşkirin. Dihat gotin ku têkîliya malbata Guran a bi dewleta veşartî re, heye. Hatibû îdîakirin ku ji mala malbata Guran a li gundê Çuliyê, çek û cebilxane derketiye.

Di axurê malê de 400 çekên AK-47 keleşnîkof hatin dîtin. Li gorî nûçeya Sozcuyê, hat diyarkirin ku ji bo gule pas negirin û oksît nebin bi paçekî hatine pêçan, piştre ji bo cebilxaneya taybetmendiya xwe winda neke di nava qutiyên kremaya fistikê, beşek jî di nava qutiya salçeyê ya plastîk û beşek din jî di nava torbeyên arê spî de hatine veşartin.

Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.