Li navça Qoserê mirovekî di malê de hat kuştin

Li navça Qoserê mirovekî di malê de hat kuştin

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Qoserê (Kızıltepe) li taxa İpekê di apartmanekî de di qata 3em de seet di 15.30an de dengê çekekî diçe cîranan û xeberê didin ciyên pêwendîdar.

Li ser bûyerê polîs û tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê. Polîs derî vedike û dikeve hundir. Dibînin ku kesê bi navê Mustafa Kılınç (34) di nav xwînê de birîndar digevize. Tîmên tenduristiyê ew dibin nexweşxana dewletê ya Qoserê.

Mustafa Kılınç li nexweşxanê can dide. Hat ragihandin 4 zarokên Mustafa Kılınç hene.

Cenazê Kılınç  ji bo otpsiyê birin morga nexweşxanê û polîs li ser sedema mirina wî an kuştina wî lêpirsîna xwe dewam dike.

Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.