Li Xarpêtê di hawizê avdanê de cendekê 2 kesan hat dîtin

PeyamaKurd – Li gundê Mixiyê (Sedeftepe) yê Xarpêtê, cendekê 2 kesan di hawizekî avdanê de hat dîtin.
Kesên ku cendek dîtin, Navenda Banga Lezgîn (Acil 112) bi bûyerê hesandin.
Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirme zû çûn cihê bûyerê. Tîmên bijîşkî piştrast kir ku her du kesên ji hawiz hatin derxistin canê xwe ji dest daye.
Di lêkolînê de nasnameya wan weke Gorhan G. (51) û Filiz D. (52) hat zanîn.
Piştî dozgerê komarê li gund li ser cendekan lêkolîn kir, ew ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê ya Xarpêtê.
Hat ragihandin ku cendirmeyan ji bo zelalkirina sedema bûyerê lêpirsîneke berfireh daye destpêkirin.
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




