Mesrûr Barzanî şehîdên jenosîda Kurdên Feylî bi bîr anî

Mesrûr Barzanî şehîdên jenosîda Kurdên Feylî bi bîr anî

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 45emîn salvegera jenosîda Kurdên Feylî de daxwaz kir ku hikûmeta federal a Iraqê, qerebûyê bide malbatên qurbaniyan û edaletê pêk bîne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro, 4ê Nîsana 2025an, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî (X) qurbaniyên jenosîda Kurdên Feylî bi bîr anî û daxwaza qerebûkirina j malbatên wan ji hikûmeta federal a Iraqê kir. 

Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de tekez kir:

 

“Di 45emîn salvegera vê jenosîdê de, em dîsa dubare dikin ku pêwîst e hikûmeta Iraqê erk û berpirsyariyên xwe yên qanûnî û destûrî pêk bîne û malbatên qurbaniyên jenosîda Kurdên Feylî û jenosîd û komkujiyên din bi awayekî layiq bike.”

Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.