Li Sîdekanê mayîn teqîya: Birayek mir û yê din birîndar bû

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li qezaya Sîdekan a bi ser Îdareya Serbixwe ya Soranê ve mayîn bi 2 birayan de teqiya ku yekî can da yê din jî birîndar bû.
Li Çiyayê Qelerêşê yê qezaya Sîdekanê ya Îdareya Serbixwe ya Soranê 2 birayan pê li mayînê kir. Rêveberê Parastina Sivîlan a Soranê Karwan Mîrawdelî li ser teqînê ragihand, "Ew cihê ku mayîn lê teqiyaye navçeyek e ku wekî zeviyeke bi mayîn çandî tê hesibandin."
Karwan Mîrawdelî got, herdu bira ji bo giyayên biharê çûne Çiyayê Qelereşê û tenê îsal pênc kes ji ber teqîna mînan bûne qurbanî, ji wan sê kes mirine û du kes jî birîndar bûne.
Hate zanîn ku herdu bira ji gundê Bêxmenê yê nehiyeya Xelîfanê ne.
Birayê ku jiyana xwe ji dest daye navê wî Mihemed Heynî û 28 salî ye, birayê wî yê ku birîndar bûye jî navê wî Sefwan Heynî ye û 27 salî ye.
Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.




