Rêveberê PKKê: Sozên dane bicih neyên, em ê bi rengekî cuda binirxînin

PeyamaKurd - Endamê Konseya Rêveber a KCK/PKKê Mustafa Karasu derbarê banga Abdullah Ocalan a fesihkirina PKKê û civandina kongreyê de, ji medya nêzîkî PKKê re nirxandin kir û got, ger sozên Devlet Bahçelî dane û yên li Îmralî hatine dayîn neyên bicihanîn ew dê pêvajoyê bi rengekî cuda binirxînin.
Karasu dide xuyakirin, piştî banga çekdanînê ya Ocalan, diviyabû di şert û mercên wî de guhertin bihata çêkirin lê tevî vê ti gav nehatiye avêtin: “Hate gotin ku bila bang bê kirin dê mafê hêviyê bikeve meriyetê. Bang hate kirin lê mafê hêviyê nekete meriyetê.”
Karasu daye zanîn ku ji wan re hatiye gotin ku dê Ocalan bibe xwedî şert û mercên kar û azadiyê lê ev yek pêk nehatiye.
Karasu derbarê sozên ku hatine dayîn got: “Sozên hatine dayîn hene. Hem soza Bahçelî heye hem jî hin sozên cuda li Îmraliyê hatin dayin. Ev soz nayên bicihanîn. Di vê rewşê de wê çi bibe? Li gel vê yekê jî em bi xwînsarî tevdigerin. Rêbertî jî bixwînsarî, bisebir tevdigere. Lê belê sînorekî vê heye. Li hemberî partî, rêber û rêxistina gelekî nêzîkatiyeke bi vî rengî nabe. Helwesteke dûrî ji cidiyetê ye. Qîmetê ti sozê namîne. Bi xwe dibêjin, ‘Bila lez be’. Dibêjin, ‘Em bi lez encamê werbigirin’. Ka li ku ye? Rewşeke wisa heye ku ji her alî ve dibe sedema gumanan. Me ji destpêkê ve gotibû, li ser nêzîkatiya dewleta Tirk gumanên me hene. Neavêtina gavan bû sedem ku ev guman hîn zêde bibe.
Belê, dibe ku mirov hinekî din li bendê bisekine, li pêvajoyê binihêre. Lê belê eger dîsa jî gav neyê avêtin, sozên hatine dayin neyên bicihanîn, em ê jî bi vî awayî li bendê nemînin. Wê demê em ê bi rengekî cuda binirxînin. Em ê hîn bi şênberî nîşan bidin bê ev nêzîkatî tê çi wateyê.”
Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.




