Netanyahû li ser daxwaza Trump serdana Koşka Spî dike

PeyamaKurd - Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ragihand ku, Binyamîn Netanyahu li ser daxwaz û gazîkirina Serokê Amerîkayê Donald Trump, serdana Koşka Spî dike û pirsên aborî, hewldanên bo rizgarkirina dîlên di destê Hemasê de, pêwendiyên Tirkiye û Îsraîlê û herwiha gefên Îranê gotûbêj dike.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîl daye xuyakirin ku mijara sereke ya hevdîtinan "gefên rejîma Îslamiya Îranê" ye.
Malpera Axiosê daye xuyakirin, Netanyahu egera danûstandina Amerîka digel rejîma Îranê li ser pirsa nukleerî gelek kêm dibîne û dixwaze di vê hevdîtinê de digel Serokê Amerîkayê li ser bernameya êrîşkirina ser kargeh û navendên nukleerî yên Îranê danûstandinê bike.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî gotibû ku hevkarî digel Îsraîl ji bo armancgirtina sazî û navendên otomî yên Îranê, yek ji wan mijaran e ku Amerîka lêkolînê li ser dike.
Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.




