Ehmed Şera wê serdana Tirkiye û Îmaratê bike

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera wê serdana Tirkiye û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban (Îmarat) bike.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, Serokomar Ehmed Şera wê hefteya bê serdana Îmarat û Tirkiyeyê bike.
Îmarat wê bibe duyemîn welatê Kendavê ku el-Şeraa piştî destbiserkirina erkê wê serdana wê bike. Şera di meha sibata borî de çûbû Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê.
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.





