Nêçîrvan Barzanî li gel Nûnerê Taybet ê NYyê Iraqê civiya
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêra paytext pêşwaziya Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê li Iraqê (UNAMI) Mihemed Hesen kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û warên hevkariyên di navbera NY û Iraq û Herêma Kurdistanê de hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de tekezî li ser girîngiya parastina aramiya siyasî ya li Iraqê hat kirin û hat gotin ku divê hevkariyên di navbera Bexda û Hewlêrê de bihêztir bibin û pirsgirêkên di navbera aliyan de bi diyalog û jihevtêgihiştinê bên çareserkirin.
Di hevdîtinê de ku derbarê hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de nêrîn li gel hatin parvekirin, Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Hesen tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e pêvajoya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bilez bê kirin.
Di hevdîtinê de rola NYyê û rêxistinên alîkariyên mirovî û rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê jî hatin gotûbêjkirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Hesen tekez li ser wê yekê kir ku pêwîst e NY di warên cuda de li ser piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be û hevkarî û hemahengiya di navbera wan de berdewam be.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.