Parlamentoya Kurdistanê: Danûstandinên ji bo pêkanîna hikûmeta nû dest pê kirin
PeyamaKurd – Piştî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, yekem car şanda PDK û YNKyê serdana partiyên din kir.
Piştî hilbijartinên 20ê cotmehê yên li Herêma Kurdistanê pêk hatin, gavên yekem ji bo avakirina hikûmeta 10emîn hatin avêtin.
Di vê çarçoveyê de, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku di hilbijartinan de bû yekem û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya duyemîn, dest bi serdanên cuda yên partiyan kirin.
Endamên Meclisa Siyasî ya PDKyê Hoşyar Zêbarî, Rêber Ehmed û Dilşad Şahab li bajarê Silêmaniyê bi Tevgera Nifşê Nû (Newey Nû) û Tevgera Goranê re civiya.
Dema ku Tevgera Nifşê Nû ji bo tevlî kabîneya nû ya hikûmetê bibin pêwîst bû serokwezîrî yan jî hemû wezaret ji bo wan bê dayîn, lê Tevgera Goran biryar da ku bibe opozîsyon.
Di civîna çapemeniyê ya piştî serdanê de ya ju şandeya danûstandinan a PDKyê Dilşad Şahab axivî.
Şahab da zanîn ku weke partiya ku di hilbijartinan de yekemin, avakirina hikûmetê erka wan e û di vê çarçoveyê de bi partiyên siyasî re dest bi danûstandinan kirine û got, “Em ê bi hemû partiyan re yek bi yek bicivin. Ji ber ku şanda YNKyê ne amade bû me îro nekarî bi wan re hevdîtin bikin. Lê belê em ê di rojên pêş de bi wan re jî hevdîtinê bikin.”
PDKyê ragihandibû ku tu şert û merc ji bo avakirina hikûmeta nû nînin.
Şanda danûstandinan a YNKyê ya bi serokatiya Qubad Talebanî yekem pêwendiya xwe ligel Komela Dadwerî (Komel) li Hewlêrê pêk anî.
Hevdîtina bi Serokê Komelê Elî Bapîr re saetekê ajot. Di hevdîtinê de aliyên Komelê diyar kir ku wan biryara boykotkirina parlamentoyê daye.
Endamê Desteya Bilind a Komelê Şivan Raber di civîna çapemeniyê de axivî û got, “YNKyê du daxwaz ji me kirin; ya yekem ew e ku weke berê pêwendiyên wê bi me re baştir bibin û danûstandin berdewam bikin. Mijara duyemîn jî li ser beşdariya hikûmetê bû, lê em ê tev li xebatên parlamentoyê nebin û ev mijar ji hikûmetê pirsî.”
PDK û YNK dê kengê bên cem hev heta niha ne diyar e. YNKyê derbarê her sê xalan de ku PDKyê ji bo avakirina hikûmetê pêşniyar kiriye, helwêsta xwe eşkere nekiriye.
Berdevkê YNKyê Sadî Ehmed Pîre jî got, “Berî her tiştî ne pêwîst e PDK û PDK li hev bicivin. Divê beriya her tiştî nêrîn û hêviyên partiyan hîn bibin. Armanca YNKyê yekkirina herêmê ye. Hêza Pêşmerge û yek parlamento”
Tê payîn ku ji ber daxwazên cuda yên partiyan danûstandinên avakirina hikûmetê dê demeke dirêj bidomin.
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.