Parlamentoya Kurdistanê sibe bi Qûr'ana Pîroz û Ey Reqîb yekem civîna xwe pêk tîne

Parlamentoya Kurdistanê sibe bi Qûr'ana Pîroz û Ey Reqîb yekem civîna xwe pêk tîne

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Parlamentoya Kurdistanê ji bo civîna yekem a piştî hilbijartinan ku sibe 2yê Kanûnê tê lidarxistin amade ye. Li gorî bernameya kar a rûniştina yekem, dê civîn bi Qûr’ana pîroz û sirûda Netewî Ey Reqîb bê vekerin.

Rêveberê ragihandina Parlamentoya Kurdistanê Saman Ehmed got, sibe yekem civîna Parlamentoya Kurdistanê pêk tê, ji bo wê jî pîrozbahî li xelkê Kurdistanê kir û diyar ktir, ew hêvîdarin di 4 salên pêş de Parlamentoya Kurdistanê tije û aram be û derxistina yasayan û ji xwedayê mezin daxwaz dikin ax, welat û herêma me biparêze.

Saman Ehmed diyar kir, “Me duh bernameya kar a rûniştinê belav kir, ku di bernameya kar de çar xal hebûn ku destpêkê bi çend ayetên Qur’an a pîroz destpê dike û piştre dê rêzgirtin ji bo ruhê paqij ê şehîdan bê kirin û li gel sirûda Ey Reqîb û piştre jî endamê parlamentoyê yê herî bi temen dê ji aliyê Serokê Dîwana Parlamentoyê ve bê vexwandin û piştre jî berbijêrên serkeftî yên helbijartinê dê sonda yasayî bixwin.”

Ehmed wiha pê de çû: “Di çarçoveya amadekariyên parlamentoyê de, amadekariyeke baş hatiye kirin û li ser mijarên siyasî axaftin nayê kirin û mijarên siyasî ji bo aliyên siyasî dê bên bicih hiştin. Salona parlamentoyê ji bo civîna sibe amade ye, yekem car e li dema şeşem a Parlamentoya Kurdistanê, berî destpêkirina civînê navenda lêkolînan a parlamentoyê rêberekî kar ji bo parlamentoyê belav dike, ji bo şarazabûn û aşînabûna parlamenterên birêz, bi karê yasadananê û îro jî salon hat test kirin û lijneyek jî pêkhat ji bo pêşwazî kirina li berbijêrên serkeftî yên helbijartinan.” 

Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.